Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
Hevseroka KNKê Nîfûfer Koç îro li bajarê Hewlêrê civîneke rojnamevaniyê li ser hilbijartinên Tirkiyê li dar xist.
Nîlûfer Koç diyar kir ku serkeftina HDPê di hilbijartinên Tirkiyê de tê wateya binketina AKP û Erdogan û lawazbûna DAIŞê li Rojava û Başûrê Kurdistanê çimkî ev 4 sal in Tirkiye li dijî kurdan pişta DAIŞê digire.
Koç bang li hemû aliyan kir pişta HDPê bigirin û got, çawa ku hemû parçeyên Kurdistanê bûn yek Kobanî rizgar bû bila vê carê jî bibin yek û Bakur bi ser bikeve.
Hevseroka KNKê li ser kongreya netewî ya kurd jî axivî û got, nabe kongreya netewî were paşxistin ji ber wê jî divê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê hêzên kurdî kom bike û kongreya netewî li dar bixe.
Nîlûfer Koç her wiha bang li PKK, PDK û YNKê jî kir ku bibin yek û Şingalê rizgar bikin.
Hilbijartinên Tirkiyê 7ê Hezîranê tên lidarxistin.
Rudaw
