• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şaredariya Amedê bi du projeyan tevlî nûavakirina Kobanî dibe

Şaredariya Amedê bi du projeyan tevlî nûavakirina Kobanî dibe
Hevserokên şaredariya Amedê ragihandin, şaredariya Amedê jî dê bi kişandina hêla ava vexwarinê û çêkirina sîstema kanalîzasyona Kobanî tevlî qonaxa nûavakirina Kobanî bibe.

Hevserokên şaredariya Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli duh serdana bajarê Kobanî kirin û bi Serokê Kantona Kobanî Enwer Mislim re hevdîtin pêk anîn.

Piştî hevdîtinê şanda Amedê û rayedarên Kobanî civînek rojnamevaniyê li dar xistin û li ser naveroka hevdîtinê agahî dan.

Hevşaredarê Amedê Firat Anli di daxuyaniyek taybet de bo Rûdawê got, me di civînê de li ser nûavakirina Kobanî axivî û da zanîn, şaredariya Amedê jî dê bi kişandina ava vexwarinê û çêkirina sîstema kanalîzsyona Kobanî tevlî nûavakirina bajêr bibe.

Anli anî ziman ku Kobanî bi tenê nîne çimkî Bakur û Başûr li pişta Kobanî ne.

Rudaw
Top