• Wednesday, 18 February 2026
logo

Konseya aboriya herêma Kurdistanê li ser rewşa êkonomî dicive

Konseya aboriya herêma Kurdistanê li ser rewşa êkonomî dicive
Konseya êkonomiya herêma Kurdistanê, roja sêşemiyê 02.06.2015ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ku, di heman demê de ew serokê wê konseyê ye, civiya û çend pirsên girêdayî rewşa êkonomiya herêma Kurdistanê nirxandin.

Wezîrê çandinê yê hikûmeta herêma Kudistanê behsa çend pirojeyên stratejîk yên warê çandinê kir û daxwaz kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê di warê fînansekirinê de piştevaniya wan pirojeyan bike û civînê jî biryar de ew piroje ji wezareta êkonomiya herêma Kurdistanê re bên şandin û hevahengî digel wezareta çandinê û konseya êkonomiya herêma Kurdistanê çavkaniyên fînansekirinê ji bo wan pirojeyan peyda bikin.

Di civînê de behsa kompaniya kontrola kalîteyê (Quality Control) û pirsgirêkên wê kompaniyê hat kirin û biryar hat dan pirojeqanûna kontrola kaliîteyê ya herêma Kurdistanê di berçavan re bê derbas kirin, mekanîzma karê wê kompaniyê bê destnîşan kirin û ji bona encamdanê wê yekê komîteyeke taybet bê pêkanîn. Herwesa biryar hat dan ji bona vejandina fabrîkeyên hikûmî pirojeqanûnek ji aliyê wezareta pîşesazî û bazirganî û wezareta êkonomî ve bi hevahengî digel Konseya êkonomiyê pê amade kirin.

Qanûna parastina berhemên niştimanî ku, li Bexdayê kar bi wê qanûnê tê kirin, lê li herêma Kurdistanê kar bi wê qanûnê nayê kirin, di civînê de hat behis kirin û civînê biryar da ew qanûn ji wezareta pîşesazî û bazirganî ya hikûmeta herêma Kurdistanê re bê şandin û ew qanûn bê serast kirin û li parlamentoya Kurdistanê bê pesind kirin daku herêma Kurdistanê jî kar bi wê qanûnê bike.
Top