• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rapirsiya dawî li ser hilbijartinên Tirkiyê

Rapirsiya dawî li ser hilbijartinên Tirkiyê
Li gorî rapirsiya herî dawî li ser encamên hilbijartinên Tirkiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin benda hilbijartinan de dimîne.

Tenê 4 roj ji hilbijartinên giştî yên Tirkiyê re mane.

Şîrketa rapirsiyan a bi navê ORC, encamên rapirsiya ku beriya niha li ser hilbijartinên Tirkiyê kiribû, eşkere kir.

Li gorî encamên wê rapirsiyê, rêjeya dengên AKPê %46, yên CHPê %25.3, MHP %15.5 û dengên HDPê jî %9.0 e. Bi vî rengî, HDP di bin benda hilbijartinan de dimîne.

Rapirsiya şîrketa ORCê di navbera 30ê Gulanê û 1ê Hezîranê de hatiye kirin.

Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê roja 7ê Hezîrana îsal tên lidarxistin.

Rudaw
Top