Demîrtaş: AKP û DAIŞ yek hizrin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş di hevpeyvînekê ligel govareke Başûrê Kurdistanê de ragihand ku, HDP bi zimanekî “rast û zelal” behsa ol û oldariyê dike, herwiha dibêje jî ku “oldarî li Tirkiyê tenê xizmeta mezheba Henefî dike (…) Mezheba Henefî jî bi awayê xizmeta dewletê tî şîrovekirin.”
Selahedîn Demîrtaş dibêje jî ku, ji ber ku wan (HDP) dijatiya wî cûreyê oldariyê kiriye “(AKP) dijatiya me dike (…) DAIŞ cezaya kuştinê bi ser kesên ku li dijî olê radiwestin disepîne, AKP ji aliyê hizrî ve wek DAIŞê ye (…) xelk çiqas baweriyê bi DAIŞê dike, wiha jî baweriyê bi AKP dike.”
Demîrtaş rexneyên xwe li ser AKP berdewam dike û wê bi “bazirganiya bi olê” tohmetbar dike. Tekez dik jî ku HDP gelek rêz li ola islamê digre û wiha berdewam dibke: “Em li dijî sivikpêkirina islamê ne.”
Derbarê dengên ku HDP çaverê ye di hilbijartinên 7 Hezîrnê de li Tirkiyê bidest bixe, hevserokê partiya navborî tekez kir ku ew dê ji sedî 10an derbas bikin û got: “Berî niha ji sedî 85-90 dengên me yên kurdan bûn, lê tiştê ku niha tê dîtin, kesên ku ne kurdin jî deng didin HDP.”
Basnews
