• Wednesday, 18 February 2026
logo

Demîrtaş: Dibe em bi CHP û MHPê re hevpeymaniyê bikin nek AKPê

Demîrtaş: Dibe em bi CHP û MHPê re hevpeymaniyê bikin nek AKPê
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahedîn Demirtaş ragihand ku pitş hilbijartinan ew qet hevpeymaniyê bi AKP re nakin lê dibe ku bi CHPê yan MHPê re wê mijarê gotûbêj bikin. Demîrtaş got, MHP jî ne li dijî pêvajoya çareseriyê ye.

Selahedîn Demirtaş derbarê pirsa piştî hilbijartinên 7 hezîranê de gelo wê hevpeymaniyê li gel AKP dirust bikin. Demirtaş got: "Hikûmeta bê avakirinê ger vîna xwe ya piştevanîkirina pêvajoya çareseriyê hebe wê pêvajoya çareseriyê pêşve biçe, eve jî tenê bi AKP`ê ve girêdayî nîne. Gotina “AKP nebe pêvajoya çareseriyê nabe” tiştekî weha nîne."

Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Posta Gezeteyê Demirtaş derbarê pirsa hevpeymaniyê de got: "MHP nabêje bila şer bibe, ji ber ku namzetên MHP vê naxwazin, ez bawerim ewê jî mecbûr bin pêvajoyê qebûl bikin. Jiber ku civaka Tirkiyê aştiyê dixwaze, jiber vê jî gotina (AKP biçe wê qiyamet rabe) tiştekî weha tune bila kesî netirsînin."

Derbarê pirsa gelo HDP wê li gel CHP hevpeymaniyê çê bike Demirtaş got: "Piştî hilbijartinan emê vê yekê nîqaş bikin tişta ez bêjim em qet bi AKP re hevpeymaniyê nakin."

Derbarê daxwaza HDP`ê ya xwesriya demokratîk bo Tirkiyê jî Demirtaş got: "Em ne tenê bo Kurdan belku ji bo 81 parêzgehên Tirkiyê xweseriyê dixwazin."

Jêder: Radikal
Top