Akdogan: Dixwazin Demîrtaş bidin pêş, Ocalan bidin paş!
Alîkarê Serokezîr Yalçin Akdogan, ji televîzyona Haberturkê re rojeva Tirkiyê nirxand.
Yalçin Akdogan di bersiva vê pirsê de ku eger HDP nekare benda hilbijartinan derbas bike dê tevlî “pêvajoya çareseriyê” bibe yan na, wiha got:
“Tenê AKP dikare pêvajoyê bide meşandin. Di nav yên ku diçin Îmraliyê de kesên ne parlamenter jî hene. Dema ev pêvajo hat destpêkirin HDPê bend derbas nekiribû û derbasî parlamentoyê jî nebibû. Eger lazim bibe HDP dê rola xwe bilîze. Lê niha ketine rêyek wisa ku qet xêra pêvajoyê tê de tine.”
Akdogan anî ziman ku HDP êrişî “sermîmarê pêvajoyê Tayyip Erdogan” dike û dixwaze wî ji holê rabike, ji bo vê yekê jî xwe kiriye darê destê hinekan.
Li gorî alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê, yên ku Selahedîn Demîrtaş gij dikin hesabê wê yekê dikin ku çawa Îmraliyê bê bandor bikin.
Yalçin Akdogan diyar kir ku di hilbijartinên 7ê Hezîranê de AKP dê dîsa bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.
Rudaw
