• Wednesday, 18 February 2026
logo

Barzanî ji Amerîkayê dixwaze li ser alîkarîkirina Kurdistanê berdewam be

Barzanî ji Amerîkayê dixwaze li ser alîkarîkirina Kurdistanê berdewam be
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja duşemiyê 01.06.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Stîwart Conz sefîrê Amerîkayê yê Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de rewş siyasî û emnî ya Îraqê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û şerê dijî çekdarên terorêstiyên DAÎŞê nirxandin.

Sefîrê Amerîkayê behsa serdana vê dawiyê ya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Amerîkayê û hevdîtinên digel serok û mezine berpirsên Amerîkayê kir û ew serdan bilind nirxand.

Rewşa pirosesa siyasî li Îraqê, operasiyonên leşkerî, hevkarî û alîkariyên Amerîkayê bo Îraq û bo herêma Kurdistanê di civînê de hatin behis kirin û sefîrê Amerîkayê got ku, welatê wî dê li ser hevkarîkirina pêşmerge berdewam be.

Têkelitên navbera Hewlêr û Bexdayê û ew pirsgirêkên ji sedema birîna budce û miaşê karmendên herêma Kurdistanê dirust bûne gotûbêj kirin û şandeya Amerîkayê piştevniya xwe ji bo qanûna budceya giştiya Îraqê a sala 2015ê û rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir.

Beşdarîkirina erebên sune di pirosesa siyasiya Îraqê de û azadkirina deverên wan ji bin destê çekdarên terorîstiyên DAÎŞ di civîneê de hat gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana sefîrê Amerîkayê û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê û nirxandina wan bo serdana serkeftiya serokê herêma Kurdistanê bo Amerîkayê kir û bi taybetî sipasiya sefaretxaneya Amerîkayê a li Bexdayê kir ku pirogarmekî gelek baş ji bo serdana serok Barzanî bo Waşîngtonê amadekiribû.

Barzanî daxwaz ji Amerîkayê kir û li ser hevkariyên leşkerî bo pêşmerge û hevkarîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê di warê hewandina wê himjara zêdeya koçber û penabaran de bike û berdewam be.

Serokwezîr ji şandeya Amerîkayê re got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê her ji destpêkê bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê pabend bûye û ew wezîfeyên ketine ser milên herêma Kurdistanê bi cî kirine, niha divê Bexda beşa budceya herêma Kurdistanê bi timamî bişîne û ew wezîfeyên dikevin ser wê cîbicî bike.

Top