Barzanî ji Amerîkayê dixwaze li ser alîkarîkirina Kurdistanê berdewam be
Sefîrê Amerîkayê behsa serdana vê dawiyê ya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Amerîkayê û hevdîtinên digel serok û mezine berpirsên Amerîkayê kir û ew serdan bilind nirxand.
Rewşa pirosesa siyasî li Îraqê, operasiyonên leşkerî, hevkarî û alîkariyên Amerîkayê bo Îraq û bo herêma Kurdistanê di civînê de hatin behis kirin û sefîrê Amerîkayê got ku, welatê wî dê li ser hevkarîkirina pêşmerge berdewam be.
Têkelitên navbera Hewlêr û Bexdayê û ew pirsgirêkên ji sedema birîna budce û miaşê karmendên herêma Kurdistanê dirust bûne gotûbêj kirin û şandeya Amerîkayê piştevniya xwe ji bo qanûna budceya giştiya Îraqê a sala 2015ê û rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir.
Beşdarîkirina erebên sune di pirosesa siyasiya Îraqê de û azadkirina deverên wan ji bin destê çekdarên terorîstiyên DAÎŞ di civîneê de hat gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana sefîrê Amerîkayê û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê û nirxandina wan bo serdana serkeftiya serokê herêma Kurdistanê bo Amerîkayê kir û bi taybetî sipasiya sefaretxaneya Amerîkayê a li Bexdayê kir ku pirogarmekî gelek baş ji bo serdana serok Barzanî bo Waşîngtonê amadekiribû.
Barzanî daxwaz ji Amerîkayê kir û li ser hevkariyên leşkerî bo pêşmerge û hevkarîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê di warê hewandina wê himjara zêdeya koçber û penabaran de bike û berdewam be.
Serokwezîr ji şandeya Amerîkayê re got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê her ji destpêkê bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê pabend bûye û ew wezîfeyên ketine ser milên herêma Kurdistanê bi cî kirine, niha divê Bexda beşa budceya herêma Kurdistanê bi timamî bişîne û ew wezîfeyên dikevin ser wê cîbicî bike.
