Parêzgarê Ormiyê: Bingeha karê me ne netewperestiya tirk an kurd e
Parêzgarê Ormiyê Qurban Elî Seadet di bersiva pirsekê de ku gelo çima di rêvebirina parêzgeha Ormiyê de sûd ji rêvebirên kurd û reformxwaz nayê girtin, ji malperên Îranê re ragihandiye: “Em bi çavekê berê xwe didin hemû pêkhateyên parêzgeha Ormiyê û di birêvebirina vê parêzgehê de me nerînek etnîkî nîn e.”
Seadet herwiha gotiye: “Cem me hêjabûn take pîwan e ji bo destnîşankirina rêvebirên parêzghê”.
Li gor îdîayên parêzgarê Ormiyê, destnîşankirin û danîna berpirsan li vê parêzgehê li ser bingehîna etnîkî nîn e û tekez dike ku di wan demên dawî de, wan kurdekî xelkê parêzgeha Sine wek rêvebirê Rêvebiratiya Giştî ya Werziş û Lawan a vê parêzgehê diyar kiriye.
Li gor daneyên ne fermî, zêdetirî ji %60 ê rûniştvanên parêzgeha Ormiyê kurd in, lê piraniya kursî û berpisyaretiyên parêzghê di destê azerî yên li wê parêzgehê de ne.
Parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kuridstanê ye û rûberê wê zêdetirî 42 hezar kîlometrî ye. Nifûsa parêzgehê jî li gor daneyên fermî yên Îranê zêdetirî 3 milyon û 400 hezar kesî ye.
Li tevahiya navçe û bajarên parêzgeha Ormiyê kurd dijîn û gelek bajar hene ku ji %100 rûniştvanên wan kurd in, lê ti bajarek li wê parêzgehê nîn e ku tenê azerî tê de akincî bin. Digel wê çendê de jî, hikûmeta Tehranê xwe nêzîkî azeriyan dike û piraniya rêveberî û kursiyan li parêzgehê dide azeriyan.
Rudaw
