Îranê 4 xortên Kurd li Ormiyê li sêdareyê da
Li gorî nûçeya malpera Kurdpa a li Rojhilatê Kurdistanê, duh suşemî 1ê Hezîranê hikûmetê cezayê îdamkirinê li ser 4 welatiyên kurd ên girtî di Girtîgeha Derya ya Ormiyê de cîbicî kiriye ku ew her4 kes bidar vekiriye.
Her 4 girtiyên kurd li hewşa Girtîgeha Derya ya Ormiyê hatine darvekirin.
Hat gotin ku, ew her 4 welatiyên kurd bi tohmeta bazirganîkirinê bi madeyên hişber biryara darvekirinê ji bo wan de hatibû derxistin.
Nasnameya kesên li sêdaredayî bi vî awayî ye; Mihemed Reşîd, Hebîb û Erdelan Rahdar, rûniştvanên taxa Îslam Abad a Ormiyê bûne û Şîrzad Reşîdî xelkê gundê “Kelhor” ê ser bi Ormiyê bûye.
Sêdaredana wan welatiyên Kurd piştî vê yekê hat ku cezayê dawî bo darvekirina wan kesan ji aliyê dadgeha bilind a Îranê ve hat pejirandin.
Navendên Mafên Mirovan û reporterê taybet ê Netewên Yekbûyî bo karûbarên mafên mirov li Îranê, Ehmed Şehîd, bi awayekî berdewam cîbicîkirina cezayê sêdaredanê li Îranê şermezar dikin.
Çavdêrên kurd û herwiha rêxistinên mafê mirovan, Hikûmeta Tehranê bi wê yekê tohmetbar dikin, ku di bin navê bazirganîkirinê bi madeyên hişber de, welatiyên bêguneh û çalakvanên siyasî îdam dike.
Li gor amarên nîvfermî jî, nêzîkî % 70ê cezayên îdamkirinê li Îranê têkildarî madeyên hişber in.
