• Wednesday, 18 February 2026
logo

“PKK hêzeke zêde li ser sînorê Rojhilat kom dike”

“PKK hêzeke zêde li ser sînorê Rojhilat kom dike”
PKK hêzeke zêde li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê kom dike, Endamekî Polîtbîroya PDKÎ jî aşker dike ku “PKK di sêyemîn kongreya xwe de biryara alîkarîkirin û dostayetiyê ligel Îranê daye.”

Li gor çavkaniyekê ji zêrevanên sînor, ev heyama çend rojane ku hêzeke Partiya Karkerên Kurdistanê “ku bi 700 kesî tê texmînkirin” li navçeyên sînorî yên navbera Pêncwên û Rojhilatê Kurdistanê de, bi cih bûye.

Çavkaniyê ji heftenameya Bas re ragihandiye ku, wê hêza PKK pêgehên biçûk ji xwe re avakirin û çekên sivik û navend di dest wan de ne.

Ew hêz li navendeke perwerdeyê li nêzîk Silêmaniyê hatiye perwerdekirin, herwiha di bin çavê hêzên îranî de tevgerê dikin, bêyî ku hêzê îranî ti guvaşê bixe ser wan, wek ku çavkanî dide zanîn.

Ji aliyê xwe ve, çavkaniyeke berpirs ji Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran (PDKÎ) diyar dike ku, hêza PKK bi hevahengî ligel Îranê kar dike ji bo ku rêgiriyê li çalakiyên hêzên kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Çavkaniya Bas got jî: “PKK berdewame ji sûdwergirtinê ji kurdên Rojavayê Kurdistanê, wan tevlî grûpên rêxistî dike, piştire wan dişîne navendên perwerdeyê daku perwerdeya leşkerî bibînin.”

Ji aliyek din ve, Endamê Polîtbîroya PDKÎ Teymûr Mistefayî tekez dike ku, ligel tevgera Pêşmergeyên wan, PKK dest bi anîna hêzeke zêdetir bo navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê kiriye û got: “Ji bilî PKK, hejmareke zêde ya Pasdarn hatine ser sînor û ji hêzên PKK gelek nêzîk in.”

Teymûr Mistefayî dibêje jî ku “Di sêyemîn kongreya xwe de, PKK biryar daye ku peywendiyên sotane ligel Îranê baştir bike.”

Basnews
Top