• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê pêşekşî cîgirê serokê Amerîkayê dike

Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê pêşekşî cîgirê serokê Amerîkayê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşekşî cîgirê serokê Amerîkayê dike û v li jêr teksta wê peyamê ye:

Birêz Joe Biden cîgirê serokê Amerîkayê

Ji bona wefatkirina kurê we yê ezîz, Em bi navê gelê Kurdistana Îraqê, sersaxiya xwe pêşkeşî malbata we ya birêz dikin. Wefatkirina wî em şok û xemgîn kirin. Em sersaxiyê li we, mlbata we û hemû amerîkîyan dikin.

Di vê em ji ximazmetên kurê we fêr bibin ku, wî weke efserekî arteşa Amerîkayê serkirdayetiya xizmetkirina xelkî dikir, edalet bi cî dikir û wî qanûn kiribû bingeha karê xwe û ew hevwelatiyekî bê hempa bû. Mirina wî, zêdetir şanazî û buhayên xizmetkrina xelkî û rêzgirtin û parastina hemû hevwelatiyan bê cudahiyên olî û neteweyî tîne bîra me.

Malbatên me jî di nava salên xebat û tekoşînê de gelek endamêm malbatê ji bira, xûşk û kesên nêzîk winda kirine û bi wê yekê dilgiran û xemgîn bûne. Em ji kûratiya dilê xwe ji bo wefatkirina kurê we xemgîn bûn em xema we û malpata we parve dikin.
Birêz Biden, em hêvîdar in ku, hûn hevxemî û sersaxiyên me qebûl bikin

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
31.05.2015

Top