Davutoglu: Hêviya xwe bi HDPê ve girêdan e
Ahmet Davutoglu di çarçoveya xebatên hilbijartinên 7ê Hezîranê de li Krikkaleyê beşdarî mitînga partiya xwe bû û axaftinek ji bo dengdêran pêşkeş kir.
Davutoglu derbarê hilbijatinên Tirkiyeyê de wiha got: “Bila hemû kes biçin li ser sindoqan dengên xwe bikar bînin, ji ber ku ew hilbijartinek dîrokî ye.”
Li gorî Davutolu hin kes dixwazin pêşî li ber AK Partiyê bigirin û lê ew dê nekarîn serbikevin. Davutoglu wiha got:
“Medyaya Dogan, Medyaya Gulen û medyaya neteweperest hatine ba hev. Hemû hatine ba hev û dibêjin alîkariyê bidin HDPê. Çima? Çîmkî hêviya xwe ji partiya sereke ya dijbereyê MHPê birîne. Ji bo ku AK Partî nekare meşa xwe bidomîne, hêviyên xwe biderbaskirina benda hilbijartinê ya HDPê ve girêdan e.”
Rudaw
