531 gundên Kirmaşanê vala bûne!
Rêveberê karûbarên gundên parêzgeha Kirmaşanê, Celîl Balayî ji malpera ÎSNA re ragihand ku 3 hezar û 163 gundên Kirmaşanê hene û da zanîn, ev jî nîşan dide ku %28ê nifûsa parêzgehê ji gundiyan pêk hatiye.
Celîl Balayî diyar kir ku ji wan gundan hezar û 731 gund zêdetirî 20 mal in û 531 gund jî vala ne.
Wî rayedarê Kirmaşanê li ser rewşa xizmetguzariya gundan jî got, li hinek gundên ku ji 20 malî kêmtir in, xizmetguzarî lawaz e yan jî qet nîne lewma ewqas gund vala bûne û berê xwe dane bajêr.
Rêveberê karûbarên gundên Kirmaşanê anî ziman ku asta xizmetguzariyê li gundên Kirmaşanê çend pileyan ji navgîna seranserî Îranê kêmtir e.
Hêceta wî rayedarê îranî ji bo kêmbûna xizmetguzariyê li gundan, kêmbûna nifûsa gundan, dûrbûna gundan ji hev û zêdebûna wan e!
Rudaw
