• Wednesday, 18 February 2026
logo

PDKÎ beramberî Pêşmergeyê şehîd çi ji PKK dixwaze?

PDKÎ beramberî Pêşmergeyê şehîd çi ji PKK dixwaze?
Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran PDKÎ li ser şehîdbûna Pêşmergeyê xwe bi tenê daxwaza civîn û gotûbêjan ji Partiya Karkirên Kurdistanê PKK dikin.

Endamê Komîteya navendî ya PDKÎ Mihemed Salih Qadrî ji BasNews re ragihand: Li beramberî canê Pêşmergeyê me em doza aştî û gotûbêjê li birayên PKK dikin û got jî: “Em Hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo li darxistina civînan û gotûbêjan bilind dinrxînin û em herdemê hezdikin ku pirsgirêk bi rêya danûstendinê bên çareserkirin”

Herwiha navborî tekez kir ku biryara wan ya dawî ew e ku ew ji Kêleşînê venakişin û ti hêz nikare çalakiyên wan beramberî Komara Islamiya Îranê bisekinînin.

Basnews
Top