• Wednesday, 18 February 2026
logo

700 welatiyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tevlî DAIŞê bûne

700 welatiyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tevlî DAIŞê bûne
Di berdewamiya çûna welatiyên kurd li Rojhilatê Kurdistanê bo nav rêzên DAIŞê, 3 xortên xelkê Ruwanser a Kirmaşanê tevlî wê rêxisitnê bûne.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Kurdpa ku giringiyê bi nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê dide, di wan rojên dawî de bi navê cîhanê, 3 welatiyên kurd ên kirmaşanî hatine xafilandin û tevlî rêzên rêxistina DAIŞê bûne.

Li gor nûçeya Kurdpa, çalakvanê siyasî yê kurd û pispor li ser îslama siyasî Muxtar Hûşmend, ragihandiye heta niha 100 kes ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî DAIŞê bûne û tekez kiriye, ku çûna wan kesan bo nav çekdarên DAIŞê ji ber propagandayên ragihandinî yên DAIŞê bûye.

Muxtar Hûşmend di wê bareyê de wiha gotiye: Li gor danayên ber dest, ji destpêka avakirina Xelafeta Îslamî ji aliyê DAIŞê ve heya niha nêzîkî 700 welatiyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çûne nava rêxistina DAIŞê. Piraniya wan kesan jî di 6 mehên destpêkê û bi navê Cîhadê ber bi Sûriyê û Iraqê ve çûne û tevlî rêzên wê rêxistinê bûne.

Hûşmend herwiha got: “Hejmarek kes jî beriya êrîşa DAIŞ bo ser Herêma Kurdistanê ji rêya Başûr çûbûne nav wê rêxistinê, piştre jî piraniya hatinûçûna kurdên Rojhilatê Kurdistanê bo nav DAIŞê bi rêya Tirkiye û Iraqê hatiye encamdan.”

Wî çalakvanê Rojhilatî herwiha daye xuyakirin, gelek kurdên ku tevlî DAIŞê bûne, bi awayên cur bi cur ji wê rêxistinê cuda bûne.

Li gor gotina wî, dibe ku heta niha 200 kes ji wan kesan hatibin kuştin, lê heya niha tenê kuştina 90 kesî hatiye piştrastkirin.

Rudaw
Top