• Wednesday, 18 February 2026
logo

Cerdevanan êrişî HDPê kirin

Cerdevanan êrişî HDPê kirin
Li navçeya Şêrwan a girêdayî parêzgeha Sêrtê di navbera endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û cerdevanan gundê Qelê de alozî derket. Di encama aloziyan de Hevserokê HDPê yê Xîzanê Abdulkeim Gultekin birîndar bû.

Li gorî agahiyan namzedê Sertê yê HDPê Îsmaîl Aydin, namzedê Bedlîsê yê HDPê M. Celadet Gaydali li gel endam û rêvebirên partiyê di çarçoveya xebatên hilbijatinên 7ê Hezîranê de çûn gunde Qelê ya ser bi Şêrwanê ve.

Hat ragihandin ku cerdevanên gundê Qelê êrişê girseya HDPê kirin.

Hat zanîn ku, di pevçûnê de Hevseorkê navçeya Xêzan a Bitlîsê yê HDPê, Ebdulkerîm Gultekîn bi derbên merbêrê ji serê xwe birîndar bû û ew bi ambulansê birin nexweşxaneya Sêrtê.

Hat gotin hêzên ewlkariyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirin.

Rudaw
Top