• Wednesday, 18 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 40. salvegera damezrandina YNK

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 40. salvegera damezrandina YNK
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdar Cîgirên Sekreterê Giştî û Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê

Bi helkefta çilemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we û kadîr û endam û alîgirên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê dikim. Bîranîna damezrandina Yekîtî(YNK) li demek daye ku gelê me li ber tehdîdên mezin daye û li heman demî de jî derfetên kêmwêne ji bo pêşxistina doza rewaya gelê me pêkhatiye. Baştirîn mîsogeriya rûbirûbûna hereşe û tehdîdên li ber xelkê Kurdistanê jî kûrkirina yekrêzî û giyan û ruhê tebayî û birayetiya di navbera aliyên siyasiyane. Dîroka xebata rizgarîxwaza gelê me bi rûnî pîşan dide ku tenê li dema yekrêzî û tebayiyê da destkeftên mezin ji bo xelkê Kurdistanê hatiye mîsoger kirin. Bi berevajiyê ve jî herdem dijminên gelê Kurdistanê sûd ji dû berekî û berbelaviya li nav tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê dîtine.

Li sayeya xwîna pakê şehîdên me û serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan da û her wiha li ber çav girtina wan guhertinên li navçeyê û cîhanê da li holê dane, pêgeh û bandora Kurdistanê li astekî gelek bilind daye û cîhan bi çavekî rêz ve temaşa gelê Kurdistanê dike. Eve jî derfetekî mezine ji bo wê yekê ku bi hîmeta hemû aliyek, gelê xwe ji tehdîd û hereşeyan dûr bikîn û li çarçêweya mafê çareya xwe nivîsînê doza rewaya gelê xwe berev pêşve bibîn.

Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê li xebata xwe da qurbaniyeke zêde li rêya rizgariya gelê Kurdistanê daye û li hemû qonaxan da rolekî ber bi çav û niştîmanperwerane dîtiye. Gelê Kurdistanê wê hêviyê ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û hemû hizbên xebatgêr û têkoşerên dinê Kurdistanê dike ku li vê qonaxa çarenussaza niha de jî dest li nav dest û yekrêz bin bo ku paşarojeke geş ji bo gelê xwe ava bikîn.

Bi pêwîstî dizanim li vê helkeftê de hêviya başbûnê ji bo birayê xwe yê birêz cenabê Mam Celal û hêviya serkeftinê jî ji bo hemû endam û alîgirên Yekîtiyê (YNK) bixwazim.



Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.05.2015
Top