• Wednesday, 18 February 2026
logo

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo 3. kongreya Komela Îslamî

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo 3. kongreya Komela Îslamî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdarên Endamên sêyemîn kongreya Komela Îslamiya Kurdistanê

Bi helkefta sazkirina sêyemîn kongreya Komela Îslamî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û kadîr û endam û alîgirên Komela Îslamî dikim û destxweşiyê jî li birêveberên kongreyê dikim. Hêvîdarim kongreya we bi serkeftî bi dawî bibe û cihê rizamendiya endam û alîgirên Komela Îslamî bê û proseya siyasiya Kurdistanê û civaka Kurdistanê jî sûd ji biryar û raspardeyên kongreya we bibîne. Pîrozbahiyê li wan rêzdaran jî dikim ku ji aliyê kongreyê ve têne hilbijartin û erkê serkirdayetî kirina Komelî Îslamî bi wan tê raspartin.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêvîdarim li erk û çalakiyê xwe de serkeftî bibin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.05.2015

Top