Serok Barzanî persenameyek pêşkêşî Biden kir
Serokê Kurdistanê persenameyek pêşkêşî Jeo Biden kir.
Bi minasebeta wefata korê vî, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Serokatiya hikûmeta Kurdistanê persenameyek pêşkêşî Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden kirin.
Bo gehandina perse û serxweşiyên Serokê Kurdistanê û Serokatiya hikûmeta Kurdistanê, Duh piştî nîwroyê her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fûad Husên û berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa serdana Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê kirin û ji aliyê Konsulusê Amerîkayê ve hatin pêşwazîkirin.
Fûad Husên li ser navê Serok Barzanî hevxemî û hevsoziya xwe bo Jeo Biden û gelê Amerîkayê û hikûmeta Maerîkayê kir û herwiha pesna rola Biden di warê piştgîrî kirina gelê Kurd de kir û eşkere kir ku Biden çendîn car bo diyar kirina piştgîriya Amerîkayê serdana Kurdistanê kiriye.
Li hember de jî Konsulusê Amerîkayê spasiya xwe bo ev serdana han diyar kir û eşkere kir ku vê peyama Serok Barzanî bigehîne Washingtonê.
