Hêviyek ji bo pêşmergeyên dîl: DAIŞê merc danî
Di şerê DAIŞê de komek Pêşmerge ketibûn destê DAIŞê. Heta niha hinek ji wan pêşmergeyan bi awayekî hovane hatine şehîdkirin lê hinek ji wan hîn di destê DAIŞê de ne.
Bavê yek ji pêşmergeyên dîl ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê ev du roj in ji me re dibêjin, eger hûn mercên me qebûl bikin em amade ne ji bo berdana zarokên we diyalogê bikin.
Bavê wî pêşmergeyî anî ziman ku heta niha naveroka mercên DAIŞê ji wan re nehatiye eşkerekirin û got, lê wan kesên ku navbeynkariyê dikin soz dane ku alîkariya me bikin.
Bavê pêşmergeyê dîl bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê kir ji bo berdana zarokên wan hewl bidin.
Rayedarekî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, heta niha di şerê DAIŞê de 52 pêşmerge dîl û wenda ne.
Rudaw
