Li Kobanî û Til Ebyedê 8 gund ji DAIŞê hatin standin
Bi destpêkirina operasyona standina herêma Til Ebyedê ya navbera Kobanî û Serêkaniyê re, şer û pevçûn di navbera hêzên Volkana Feratê û çekdarên DAIŞê de berfirehtir dibe.
Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî Imer Kalo ragihand ku duh Odeya Operesyonên Volkana Feratê bi piştevaniya balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî, li başûrê rojhilatê Kobanî bi derdora 65 km, gundên Çixura Rojhilat û Çixura Rojava, Mereser, Derbetehta Rojhilat û Derbertehta Rojava, Bozhamo û Cirûd ji çekdarên rêxistina DAIŞê rizgar kirin.
Peyamnêrê Rûdawê got ku li rojhilatê Kobanî û li gundewarên herêma Til Ebyedê jî, duh Odeya Operesyonên Volkana Ferat gundê Cirin - ku ew gundekî girîng e li wî alî - ji çekdarên DAIŞê standin.
Li gorî agahiyên Imer Kalo, ji ber mayînên ku DAIŞê di nava wî gundî de çandiye, şervanên Volkana Feratê nikarîbûn derbasî nav gund bibin ji ber wê jî li dora gund bicîh bûne.
Rudaw
