Li Hewlêrê kampanya piştevaniya HDP`ê
Di dirêjahiya piştgîrî û piştevaniyên xelkê başûrê Kurdistanê, hejmarek çalakvan û rojnamevan û nivîskar li bajarê Hewlêrê kampaniyek ji bo piştevanîkirina li Partiya Demokrata Gelan HDP di hilbijartinên parlemanî yê Tirkiyê ragihandin.
Bi vê mebestê jî duh 30/5/2015 li parka Şander li hewlêrê xwepêşandanek bo ragihandina kampanyayê birêve çû.
Di xwepêşandanê de ku hejmarek ji endamên parlemana Kurdistanê û Îraqê û encûmena parêzgeha Hewlêrê, rojnamevan û rewşenbîran beşdarî têde kirin û beyannameyek xwendin.
Di beyannameya xwe de amaje bi wê yekê hate kirin ku: Ev hilbijartine ji bo gelê me yê bakûrê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê çarenûsaze, çûnkî pêvajoya aştiyê a di navbera Tirkiyê û Kurdên Bakûr pêve girêdayî ye.
Xendan
