Huda-Par: Em ne li aliyê tundiyê ne
Partiya Doza Azad Huda-Par li Qada îstasyon a Amedê bi tevlîbûna alîgirên xwe mîtînga xwe ya hilbijartina parlementoyê li dar xist. Mîtîng bi diayan dest pê kir . Di mîtîngê de Mehmet Şîmşek û AbdulcelÎl Tanaylan ên endamê partiyê yên li Hezexê jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin bi bîr anîn.
Yilmaz Serokê Partiya Doza Azad Huda-Parê Huseyîn derbarê bûyera Hezexê de amaje kir ku ew ne li aliyê tundiyê ne.
Namzedê serbixwe yê Amedê ku ji aliyê Huda-parê ve tê piştgirîkirin Zekeriya Yapicioglu jî behsa projeyên xwe yên ji bo parlementeriyê kir.
Zekeriya Yapicioglu wiha got: “Em ê ji bo naskirina mafên kurdan û Kurdistanê bixebitin. Her wiha dê rêbaza me jî muhalefeteke îslamî be. Hijmara me hinek be jî emdikarin di parlementoyê de bibin hêzeke xurt û emê vê yekê jî bidin nîşan.”
Di mîtînga Huda-Par a Amedê de hate dîtin ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tedbîrên berfireh hatibûn sitandin û her wiha gelek endamên Huda Par’ê jî ji bo vê yekê hatibûn peywirdar kirin.
Rudaw
