PDKÎ: Me ti gerîlayekî PKKê nekuştiye
Hêza Parastina Gel (HPG), ku baskê çekdarî yê PKKê ye, PDKÎ bi wê yekê tohmetbar dike ku gerîlayekî wan li devera Qizilkentê ya bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê kuştiye.
HPGê bang li PDKÎ kiriye ku eger ew gerîla ji aliyê hêzên PDKÎ ve nehatiye kuştin divê PDKÎ bi fermî vê yekê ragihîne.
Lê Komîteya Siyasî-Leşkerî ya PDKÎ ragihand, ew gerîlayê PKKê ji aliyê hêzên wan ve nehatiye kuştin, ji aliyê kîjan hêz û aliyekî ve hatibe kuştin, ew şermezar dikin.
Wê komîteya PDKÎ her wiha gotiye, ti hêzeke wan li wê devera ku gerîla lê hatiye kuştin, nîne û diyar kiriye, guman heye destê dijmin di kuştina wî gerîlayê de hebe û bixwazin bi vê yekê navbera hêzên kurdî aloz bikin.
Li gorî HPGê, çend roj beriya niha du gerîlayên wan li devera Qizilkenta Selmasê rastî êrişa çekdarî hatine, di encamê de gerîlayekî wan bi navê Burhan Yaqût bi navê kod Welat Embê jiyana xwe ji dest daye.
