• Wednesday, 18 February 2026
logo

DAIŞê girtîgeha herî navdar li Sûriyê diteqîne

DAIŞê girtîgeha herî navdar li Sûriyê diteqîne
Çekdarên rêxistina DAIŞê girtîgeha herî bi nav û deng ku bi navê metirsîdartirîn girtîgeha li seranserê Sûriyê dihat naskirin, teqandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, dema teqandina girtîgeha Tedmurê ji aliyê rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve duh, 30ê Gulanê, tu girtiyek di girtîgehê de nebû.

Ji aliyê xwe ve, pêgehên ser bi DAIŞê ve li ser torên civakî wêne û dîmenên dema teqandina girtîgeha Tedmurê belav kirine, di wêneyan de derdikeve ku ziyaneke mezin gehiştiye girtîgehê.

Girtîgeha Tedmurê, yek ji girtîgehên herî navdar û metirsîdar ên rejîma Sûriyayê bû, ew bi nav girtîgehek leşkerî bû, lê rejîma wî welatî hejmarek yekcar zêde ji dijberên xwe yên siyasî û leşkerî yên sûrî, libnanî û filestînî têde girtibûn.

Kesên ku ji wê girtîgehê derketine behsa “karesatên” ku bi serî girtiyan hatine dikirin. Di girtîgehê de gelek komkujî jî pêk hatine, komkujiya herî navdar jî ya endam û alîgirên rêxistina Îxwan Misilmîn a Sûriyê bû, ku di navbera sala 1980-1984an de nêzîk hezar kesî hatibûn kuştin.

Roja 20ê Gulanê, bajarê Tedmur, yê ku bi şûnwarên xwe yên dîrokî li seranserê cîhanê navdar e, ketiye dest çekdarên DAIŞê de, wê demê hêzên rejîma Sûriyê vekişiyan û hemû girtiyên girtîgeha Tedmurê veguhestin cihên ne diyar.

rudaw
Top