• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kurê alîkarê Obama mir

Kurê alîkarê Obama mir
Kurê alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Beau Biden ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Alîkarê Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, kurê wî Beau Biden ji ber nexweşiya şêrpenceya mêjî jiyana xwe ji dest daye.

Joe Biden diyar kir ku kurê wî li Kosovayê wek parêzerekî ku dixwest hiqûqê bisepîne, xebitîbû her wiha sala 2008ê di şerê Iraqê de jî beşdar bibû û medaliyaya zîv standibû.

Biden anî ziman ku Beua Biden “baştirîn” endamê malbatê bû.

Serokê Amerîka Barack Obama jî hevxemiya xwe ji ber mirina kurê Biden nîşan da û sersaxî ji malbata Biden re xwest.

Beau Biden, 46 salî bû û ev çend sal bûn ji ber nexweşiya şêrpenceya mêjî dihat dermankirin.

Rudaw
Top