Barzanî: Em Hêvîdar in Komela Îslamî bi rihê Kurdistanî tevbiger e
Nêçîrvan Barzanî di wê peyama xwe de pîrozbayiya lidarxistina kongreyê li Komela Îslamî kir û hêviya serkeftina kongreyê jê re xwest. Barzanî di peyama xwe de got: "Ez hêvîdar im karê kongreya we bi awayekî serkeftî birêve biçe û di xizmeta Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê de be."
Barzanî di wê peyamê de ji Komela Îslamî re dibêje: "Hêvîdar im serkeftina ev kongreya we, bibe dehfdanek bo avêtina pêngavên mezintir û xizmetkirina pitir a Kurdistanê."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha di peyama xwe de gotiye: "Em her di wê merasîmê de rola diyar û niştîmanî ya Komela Îslamî ya Kurdistanê, hewlên berdewam ên wê bo xortkirina rihê tebayî û yekrêzî ya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê, serxistina proseya reformê û karkirin bi rihekî niştîmanî û Kurdistanî bilind dinirxînin û em hêvîdar in Komela Îslamî herdem li ser wê rêbazê xebata xwe bidomîn e û li gor rihê niştîmanperwerî tevbiger e."
Komela Îslamiya Kurdistanê îro şemî sêyemîn kongreya xwe bi beşdariya 760 endmaên xwe li salona Avatar a li bajarê Hewlêrê dest pê kir.
Komela Îslamî ji Tevgera Îslamiya Kurdistanê cuda bûye û di 31ê Gulan a sala 2001an de hatiye damezrandin. Wê partiyê heta niha du kongre li dar xistine û di herdu kongreyên xwe yên berê de Elî Bapîr wek emîrê wê partiyê hatiye hilijartin.
