DAIŞ û “Ker”ên bombekirî
Çavkaniyeke xwecihî ji bajarokê Serê Kaniya Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragihand ku, çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) du bombe li ser pişta “Kerekê” barkiribûn û berê “Ker”ê dabûn nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG).
Çavkaniyê diyar kir ku, çekdarên DAIŞê giha û keskayî danîbûn ser pişta “Ker”ê da ku bombeyan veşêrin, lê şervanên YPG ew “Ker” li ser rêya Mebrûke-Til Hemîsê girtin û her du bombeyên li ser pişta wê pûç kirin.
Merûke ser bi bajarokê Serê Kaniyê ve ye, berî çend rojan ji aliyê YPG ve hatibû rizgarkirin, girîngiya wê jî ewe ku, Cizîrê û Girê Spî bi hev ve girêdide.
Li gor çavkaniya BasNewsê, her du bombeyên li ser pişta “Ker”ê bi mobilekî ve hatibûn girêdan “daku dema bigihe armanca xwe were teqandin.”
basnews
