• Wednesday, 18 February 2026
logo

Demîrtaş daxwaz ji HDPyiyan kir aram bin

Demîrtaş daxwaz ji HDPyiyan kir aram bin
Piştî aloziya îro ya di navbera alîgirên HDPê û Huda-Parê de Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş daxwaz ji alîgirên partiya xwe kir, xwe ji alozî û pevçûnan dûr bigrin. Demîrtaş got, di heftiya dawî ya hilbijartinan de arîşe û alozî çêdibin û pevçûnên li Şirnexê jî her di vê çarçoveyê de ye.

Vê êvare li gundê Xanikê ya ser bi Hezex a Şirnexê, şer û alozî di navbera alîgirên HDPê û Huda-Parê de çêbû û di enacamê de du kes ji alîgirên Huda-Parê jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li hember wê aloziyê helwest xwe nîşan da. Demîrtaş ku di mîtînga partiya xwe ya li bajarê Bursa li rojavayê Tirkiyeyê amade bibû, behsa bûyera li Şirnexê kir û got: "Ew kesên jiyana xwe ji dest dane her kesek dibin bila bibin, lê em pir xemgîn in û em serxweşiyê li malabtên wan kesan dikin."

Demîrtaş herwiha got, em dijminê ti kes û partiyekê nînin.

Hevserokê HDPê di axaftinên xwe de daxwaz ji alîgirên partiya xwe jî kir, li ser xwe bin û xwe ji arîşe û aloziyan dûr bigrin. Selahedîn Demîrtaş got, kursiya parlamentoyê ji canê hewelatiyan bi nirxtir nîne.

Hat ragihandin, êvariya îro konvoya HDPê di berdewamiya xebatên bo hilbijartinên 7ê Hezîranê de çû gundê Xanikê ya li Hezex a Şirnexê û alîgirên HDPê filamayên partiya xwe li gund û derdora gund daliqandin, lê rastî nerazîbûna hinek rûniştvanên wî gundî yên alîgirê Huda-Parê hatin û di enacm de pevçûn û alozî di navbera alîgirên her du partiyan de derket.

Di aloziyan de 2 alîgirên Huda-Parê yên bi navê Şerif Şimşek (35) û Abdulcelil Tanaylan (38) jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Rudaw
Top