DAIŞê lepê xwe avêt Asyaya Navîn jî: 400 xortên tacîk tevlî DAIŞê bûne
Piştî ku DAIŞ derbasî Efxanistanê bû, nifûz û bandora DAIŞê li welatên Asyaya Navîn (Tacîkistan, Ozbekistan, Tirkmenistan, Kazaxistan, Qirqîzistan) roj bi roj zêde dibe. Tê gotin herî zêde DAIŞ li Tacîkistanê bi bandor e û heta kariye xwe bixe nav dewletê jî!
Rayedarên Tacîkistanê dibêjin, heta niha 400 welatiyên tacîk tevlî DAIŞê bûne, herî dawî jî efserekî pilebilind ê Wezareta Navxwe ya wî welatî bi navê Gulmurad Helîmov tevlî DAIŞê bû. Helîmov piştî ku tevlî DAIŞê bû, di vîyoyekê de bang li welatiyên tacîk kiribû, tevlî DAIŞê bibin. Wî efserê tacîk her wiha gotibû, ezê ji bo avakirina “xilafeta îslamî” vegerim Tacîkistanê.
Li gorî agahiyên fermî, 60 çekdarên tacîk ên DAIŞê di şerê li Sûriye û Iraqê de hatine kuştin û 12 ji wan jî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin. Hikûmeta Tacîkistanê ji bo 150 çekdarên tacîk ên DAIŞê fermana girtinê derxistiye.
Rayedarên Tacîkistanê dibêjin, dema xortên tacîk ji bo kar diçin Rûsya ji aliyê DAIŞê ve tên xapandin û tevlî wê rêxistinê dibin.
Pispor û karmendê Navenda Lêkolînê ya Efxanistana Hevdem, Andrê Sirinko li ser sedema tevlîbûna wî efserê tacîk bo nav DAIŞê dibêje, ew efserê tacîk ji ber gendelî û nizimbûna asta jiyanê li Tacîkistanê tevlî DAIŞê bûye.
Li gorî wî pisporî, efserên mîna Gulmurad Helîmov yan divê tevlî “şebekeya gendeliyê” bibin yan jî berê xwe bidin kom û rêxistinên mîna DAIŞê.
Andrê Sirinko her wiha tîne ziman ku DAIŞ tenê di nav welatiyên normal ên Tacîkistanê de kar nake çimkî alîgirên wê rêxistinê di nav dewleta Tacîkistanê de jî hene. Ew pispor di wê baweriyê de ku tevlîbûna wî efserê tacîk nîşana nifûza DAIŞê di nav elîtên Asyaya Navîn de ye û ev mezintirîn serkeftina DAIŞê ye li Tacîkistanê.
Çima xortên tacîk tevlî DAIŞê dibin?
Yek ji mezinên Partiya Nehzeta Îslamî ya Tacîkistanê bi navê Wahidxan Qasidînov li ser sedema tevlîbûna xortên tacîk bo nav DAIŞê dibêje, li Tacîkistanê qedexe ye zarokên ku temenê wan ji 18 salan kêmtir e, herin mizgeftê her wiha fêrkirina xwendina Qurbanê û zanistên îslamî jî qedexe ye lewma xortên tacîk berê xwe didin DAIŞê.
Qasidînov ji tora almanî ya DW re gotiye, sebeba serekî ya ku xortên tacîk tevlî DAIŞê dibin ew e ku ew di warê îslamî de nezan in ji ber wê jî berê xwe din nav komên radîkal ên îslamî. Li Tacîkistanê wergirtina agahiyên olî qedexe ye. Her wiha bêkarî û nizimbûna asta jiyanê bûne sedemên wê ku xortên tacîk herin Rûsya û ji wir jî dikevin xefka komên radîkal.
Li Ozbekistanê jî alîgir û endamên DAIŞê roj bi roj zêde dibin. Tê gotin Tevgera Îslamî ya Ozbekistanê jî di şopa DAIŞê de û ji bo wê propaganda dike û endaman ji bo wê kom dike.
rudaw
