• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rapirsiya ANDY-AR: HDP benda ji %10 a hilbijartinan derbas dike

Rapirsiya ANDY-AR: HDP benda ji %10 a hilbijartinan derbas dike
Li gor rapirsiya dawî ya Şîrketa Lêkolînan ANDY-AR, Partiya Demokratîk a Gelan HDP benda ji %10 a hilbijartinan derbas dike û Partiya Dad û Geşepêdan (AKP) zêdetirîn rêjeya dengan bi dest dihîne.


Şîrketa Lêkolînan ANDY-AR derbarê Hilbijartina Parlemana Turkiye di rojên 21-24 Gulan a sala 2015an de li 49 bajarên Turkiye rapirsiyek encam da û li gorî encamê wê rapirsiyê rêjeya dengên partiyên ku beşdarî hilbijartinê bibin bi vê awayî ne:

- Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji % 41.9 e.
- Partî Komarî Gel (CHP) ji % 25.8 e.
-Partî Netewperest ya Turkiye (MHP) ji % 16 ye.
- Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî ji % 10.7 e ku bi vê awayî HDP`ê dê Benda Hilbijartinan derbaz bike.
- Herweha Partiya Saadet (SP) û Prtiya Yekîtiya Mezin PBB) û Rêkeftine Nîştimanî di navber xwe de ava kirine dê ji % 3.2 dengan bi dest bîne.
- Partiyên din jî dê bi rêjeya ji % 2.4 dengan bi dest bînin.
Top