Parêzgarê Neynewayê ji kar hate derxistin
Parlementoya Îraqê parêzgarê Neynewayê ji kar derxist.
Parlamentoya Iraqê îro di civîna xwe de bi piraniya dengan Parêzgar Musilê Esîl Nucêfî ji kar dûrxist.
Duh Parlamentoya Iraqê civiya û tê de derbarê ketina bajarê Musilê û sedemên wê de gotûbêj hat kirin. Di civînê de, Waliyê Musilê Esîl Nucêfî li hember ketina bajarê Musil berpirsyar hat dîtin û dengdan li ser dûrxistina wî hat kirin.
Di dengdanê de ji ber berpirsyarbûn li hember ketina Musilê û xemsarî di rêvebirina karûbarên parêzgehê de biryar hat dayin, Esîl Nucêfî ji kursiyê parêzgariya Musilê bê dêrxistin.
Piştî ku DIŞIê di havîna sala par de karî parêzgeha Musilê kontrol bike, îdareya wê parêzgehê jî bi neçarî karûbarên xwe veguhast Herêma Kurdistanê û li Dihukê bi cih bû.
