Çekdarên Mixalefta Sûriyê êrîşî Şêx Meqûd kirin
Çekdarên mixalefeta Sûriyê duh 28 Gulanê êrîş birin ser Yekîneyên Parastina Gel YPG li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ku taxek Kurdnîşîne.
Çalakvan Mesûd Henan ji BasNews re ragihand: “Şer û pevçûn dinavbera YPG û çekdarên mixalefeta Sûriyê yên ku êrîşî taxê krin dest pêkir bi beşdariya (Eniya Elnusra, Ehrar Elşam) ku odeyek poerasyonan ya hevbeş jibo vê mebestê pêkanîne bi navê (Lebeykî ya uxtah) piştî ku muhleta 48 seetî ya ku çekdaran dabûn YPG bi dawî hatibû, ev şer tê holê bi sedema ku çekdarên Mixalefetê YPGê tuhmetbardikin bi desdirêjiya ser jinek Ereb û kesê tuhmetbar ceja nekirine.
Herwiha navborî tekez kir, şer li cadeyên (Muxaberat, cadeya 20 û cadeya Şiqêf) pêkhat û çekdarên mixalefetê xwe amade dikin bi anîna çekên giran ji bo êrîşa ser Şêx Meqsûd.
Ji aliyekî dinve çekdarên mixalefetê YPG tuhmetbar dikin bi nepêkanîna rêkeftina ku di navbera her du aliyan de pêkhatibû ku wan ji YPGê xwestibûn ku wî kesê ku destdirêjî li ser wê jinê kiriye bê cezakirin û her kesên di zindanên YPGê de bên berdan. Lewma ev şer hatiye holê.
Basnews
