• Wednesday, 18 February 2026
logo

Namzedê Serokatiya Amerîkayê : Pêwîst e hêza pêşmerge bihê pirçekkirin

Namzedê Serokatiya Amerîkayê : Pêwîst e hêza pêşmerge bihê pirçekkirin
Berbijêrê serokatiya Aemerîkayê Rand Paul radighîne ku, pêwîst e Amerîka hevpeymaniya ligel kurdan bihêztir bike û hêza pêşmerge pirçek bike, “ji ber ku baştirîn şervanin.”


Senatorê amerîkî û berbijêrê hilbijartinên serokatiya Amerîka Rand Paul , 23ê Gulanê, ji tora CNN re ragihandiye ku, eger Iraqî “nexwazin” bergiriyê li welatê xwe bikin “di nêrîna min de pêwîst nake ku em hêzên amerîkî ji bo wî erkî bişînin.”

Rand Paul diyar dike ku, eger Sineyên Iraqê bi awayekî çalaktir û berçavtir beşdarî hikûmet û artêşa wî welatî neyên kirin, dê egera serkeftinê bi ser DAIŞê “ne piştrast” be.

Derbarê pirsyara: Eger tu serokerkan ba te yê çi kiriba niha de, Paul got ku destpêkê ew dê hevpeymaniya ligel kurdan bihêztir bike “ji ber ku ew baştirîn şervanin li wê deverê” wek amajeyekê bo Pêşmergeyên Kurdistanê.

Navborî amaje kir jî ku, wî dê bi awayekî rasterast û “bêyî” Bexda çek ji kurdan re şandiba.
Top