Serok Barzanî: Vê li ser destê hêzên pêşmerge DIŞIê were jinavbirin
Serokê Kurdistanê dibêje vê li ser destê hêzên pêşmerge terorîstên DIŞIê bi giştî werin jinavbirin.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di hevpeyvînekî de li gel kanala Franc24 yaku li Urdinê pêk aniye behsa pêşhatên dawî yên Îraq û rewşa eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê kir.
Serok Barzanî derbarê azad kirina Mûsilê ji destê terorîstên DIŞIê de got: Amadekariyên pêwîst bo azad kirina Mûsilê di demeke nêz de hatine kirin.
Serok Barzanî eşkere kir ku nehewceye ku Mûsil ji vê zêdetir li benda azad kirinê be.
Derbarê dagîr kirina bajarê Romadî de jî Serokê Kurdistanê ecîbmayîbûna xwe ya li hember ketina Romadî diyar kir û eşkere kir ku lazime lêkolîn li ser çawetiya ketin û sedemên ketina vê bajarê were kirin.
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de careke din spasiya hevpeymanan kir ku hevkariya hêzên pêşmerge û Kurdistanê kirine û tekez li ser vê yekê kir ku DIŞI metirsiye bo ser tevahiya deverê û terorîstên DIŞIê li Sûriya û Îraqê karîne dest bi ser hijmareke gelek zêde çek û cebelxaneyan de bigirin.
Derbarê pirçek kirina hêzên pêşmerge de jî Serok Barzanî got: Em dixwazin bi awayekî rasterast çek ji bo hêzên pêşmerge werin şandin û di vê derbarê de jî Amerîka gerentî daye me daku bilez çekên pêwîst ji bo hêzên pêşmerge bişîne.
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku êrîşên asmanî yên hevpeymanan piştgîriyake başin bo me û ez emînim ku li gel derbasbûna demê de vê li ser destê hêzên pêşmerge terorîstên DIŞIê bi temamî werin jinavbirin û goman di vê yekê de jî tuneye ku rewşa Îraq û Sûriyayê jî weke berê namîne.
