• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlamentera berê ya Ewropayê niha namzeda HDPê ye

Parlamentera berê ya Ewropayê niha namzeda HDPê ye
Yek ji namzedên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) endama berê ya Parlamentoya Ewropayê jina kurd a êzîdî Feleknas Ûca ye. Ûca wek nûnera kurdên êzîdî li Bakurê Kurdistanê tê nasîn.

Di hilbijartinên îsal ên Tirkiyê de bi taybet di nav namzedên HDPê de namzedên cur bi cur hene.

Yek ji wan namzedan endama berê ya Parlamentoya Ewropayê Feleknas Ûca ye. Ûca 10 salan endamtiya Parlamentoya Ewropayê kir niha jî bûye namzeda HDPê.

Ûca ku êzîdî ye, dibêje, ez naxwazin tenê wek nûnera kurdên êzîdî bên dîtin lê dixwazin bibim nûnera hemû jinan…

Feleknas Ûca sala 1976ê li Almanya ji dayîk bûye lê malbata wê ji Bakurê Kurdistanê ye.

Rudaw
Top