Lehiyê ziyanên mezin gihandiye Ormiyê
Li gor xelkê wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê berî du rojan 2 welatiyên kurd ku birayê hev in li gundê “Îlan Qere” li Makoyê, ji ber lehiyek bihêz winda bibûn û lê îro diyar bû ku di avê de xeniqîne û jiyana xwe ji dest dane.
Termê wan 2 xortan ku 27 û 17 salî bûn, ji aliyê tîmên hawarhatinê ji avê hatine derxistin.
Herwiha di wê lehiyê de, 150 ser pez ên welatiyan jî telifîne.
Li gor hin raporan, qeymeqam navçe Makoyê jî ragihand: “Barîna baranê û rabûna lehiyê zirarên mezin gihandiye baxçevan û cotkaran. Herwiha pezvanên deverê jî li wê bûyerê zirarmend bûne.”
Li gor agahiyan, Herwiha beriya 2 roj, bi sedema rabûna lehiyê, zeviyên cotkarên 18 gundên Çaldêran a li bakurê parêzgeha Ormiyê jî, ziyan dîtin û rêyên navbera wan gundan jî hatibû girtin.
Bi gotina Birêveberê Giştî yê Birêvebertiya kirîzên parêzgeha Ormiyê, ji destpêka bihara îsal heya niha, bi sedema bûyerên xwezayî bi bihayê zêdetrî 517 milyar tûmen ziyan gihîştiye berhemên cotkarî û baxçeyên wê parêzgehê.
Wî berpirsî wiha gotiye: “Li parêzgeha Ormiyê, bajarê mezin ê Ormiyê bi qasî142 milyar tûmen û Poldeşt jî bi qasî milyarek tûmen, ziyan dîtine.”
Herwiha li tevahiya parêzehê baxên sêv, tirî, gûz, badam û mêweyên bi dendik, ji ber şepêla bihêz a baran û lehiyê gellek zirar dîtine.
Rudaw
