RMMK banga aramiyê li PKK û PDKÎ kir
Li gor nûçeya Rûdawê, Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê, di daxuyaniyeke nivîskî de nerazîbûn û xemgîniya xwe li hember derketina şer û aloziya di navbera PKK û PDKÎ de nîşan da û ragihand, nakokî çi dibin bila bibin divê nebin hêceta wê ku hêzek kurdî êrişî hêzeke din bike.
RMMKê bang li PDKÎ kir ku li ser xwe be her wiha bang li PKKê jî kir, hemû aliyên hiqûqî yên bûyerê lêkolînê bike û ji yên ku bûne sedema derketina wî şerî, hesab bixwaze.
Wê saziya sivîl a Kurdistanê bang li hemû hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanê kir ku mafên mirov biparêzin û mafên siyasî yên hev jî binpê nekin.
Tê zanîn, roja 24ê vê mehê li devera Kêlaşînê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎ de şer derketibû û pêşmergeyekî PDKÎ şehîd û 3 jî birîndar bibûn.
