Li Mûsilê DAIŞ jinek xiristiyan şewitand
Li gundekî sînorê qeza Hemdaniyê li rojhilatê Mûsilê çekdarên DAIŞê jinek xiristiyan şewitandin.
Berpisê ragihandina liqê 14 yê Partiya Demokrata Kurdistanê PDK li Mûsilê “Seîd Memozînî” ji BasNews re ragihand ku, duh 26 Gûlanê çekdarên DAIŞê li gundê (Gir Milîs) ser bi şarevaniya Nemûrûdê ser bi qeza Hemdaniyê li rojhilatê Mûsilê jinek Xiristiyan 80 salî di nav xaniyekî de şewitandin.
Herwiha ew jî eşkere kir, sedema şewitandina wê jinê vedgere ser wê yekê ku ew jin pêbendî rênmaye û yaysayên çekdarên DAIŞê nebûye, lewma ew bi şewatê siza kirine.
Rudaw
