Demîrtaş: Serkevtina me dê li Stenbolê be
Hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş îro di mîtînga partiya xwe de li Antalyayê ragihand: “Serkevtina me li Stenbolê ye û em li bendê ne li wî bajarî gellek dengan bi dest bînin.”
Selahattin Demîrtaş her wiha daxwaz ji kadroyên HDPê kir, di wan 10 rojên berî hilbijartinan, xwe ji tundiyê û aloziyê dûr bigirin.
Demîrtaş di axaftinên xwe de daxwaz ji xelkê Antalyayê jî kir, dengê xwe bidin HDPê da ku demokrasî li Tirkiyeyê bihêz bibe.
Hevserokê HDPê her wiha tekez kir, serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan bi kêfa xwe pereyên welat di propagandayên hilbijartinan de bi qazanca AK Partiyê bi kar tîne.
Hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê dê roja 7ê Hezîran a îsal bên lidarxistin. HDP wê care weke partî beşdarî hilbijartinan bûye û pêwîst e bo çûna nava parlamentoyê benda ji %10 derbas bike.
Rudaw
