• Wednesday, 18 February 2026
logo

“ Hikûmeta Kurdistanê navberiya PKKê û PDKÎyê dike”

“ Hikûmeta Kurdistanê navberiya PKKê û PDKÎyê dike”
Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide aloziya di navbera PDKÎ û PKKê de çareser bike û îro ji bo vê serdemê şanda hikûmetê serdana PDKÎ kir û biryar e ligel PKKê jî bicivin da ku ev alozî were çareserkirin.


Mihemed Nezîfî Qadirî, Endamê Polîtburoya PDKÎ ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha hêza me li cihê xwe ne û venekişiyane, lê şer rawestiya ye û herdu alî di rewşa amadebaşiyê de ne. Duh şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Kerîm Şingalî serdana me kir bo navbeynkirinê û biryar e ligel PKKê jî bicive ew jî eger razî bibin dê rûniştinek di navbera herdu aliyan de bi nûneratiya hikûmetê pêk were.”

Nezîfî wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide wê aloziyê çareser bike û bi dawî bîne. Em ji danûstandinê re amade ne. Beriya şer jî me bi dehan car bi rêya dost û hevalan daxwaz ji wan kir ku gotûbêj were kirin da ku em negihên vê derê, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku ev şer nakeve xizmeta tevgera rizgarîxwaza kurdî û xelkê Kurdistanê de.”

Rudaw
Top