Civîna PKK û PDKÎ çênebû
Jêderekî agahdar ji Rûdawê re got, biryar bû şandên PKK û PDKÎ bi beşdariya çend wezîrên Herêma Kurdistanê li Başûr biciviyana lê ji ber ku şanda PKKê nehatiye, civîn çênebû.
Şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî duh li bajarokê Koye bi rayedarên PDKÎ re civiyabû, paşê serdana Qendîlê kiribû û bi rayedarên PKKê re rûniştibû.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî duh li ser şer û aloziya navbera PKK û PDKÎ peyamek belav kiribû û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû, aloziya navbera PKK û PDKÎ çareser bike.
Rudaw
