• Wednesday, 18 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo Emîrê Kuwêtê

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo Emîrê Kuwêtê
Birêz Şêx Sebah El Ehmed El Cabir El Mubarek El Sebah

Emîrê Dewleta Kuwêtê bira

Bi xem û kovaneke mezin ve nûçeya koça dawî ya Casim El Xurafî gihîşt me. Xwedê jêrazî Serokê Encumena Ummeya Kuwêtî ya berê û kesayetiyekî siyasî û Parlemenî û aboriya mezin bû li Kuwêt û rojhilata navîn.

Em Xwe bi hevbeşê xema cenabê we û gelê we û malbata xwedê jêrazî dizanîn. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn cihê wî bihûşta fireh bê û sebir û aramiyê bide we û gelê Kuwêtê bira.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25/05/2015
Top