• Wednesday, 18 February 2026
logo

Barzanî 2 meh mohlet da Bexdayê

Barzanî 2 meh mohlet da Bexdayê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, eger Bexda rêkeftina petrol û bûdceyê binpê bike Kurdistan dê bi xwe petrola xwe bifiroşe. Barzanî her wiha got, Herêma Kurdistanê tenê dikare yek yan du mehan raweste.

Barzanî ku di çarçoveya beşdarîkirina di Forma Aborî ya Cîhanî de çûbû Urdinê, li wir hevpeyvînek ligel televîzyona CNBS a amerîkî pêk anî û eşkere kir ku, eger Bexda deynên Herêma Kurdistanê nede û bûdceya wê neşîne, Herêma Kurdistanê dê bi serê xwe petrola xwe bifroşe.

Derbarê dema dawî ya bo çareserkirina nakokiyên heyî ligel Bexdayê de jî Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Em tenê yek an jî du mehan dikarin rawestin.”

Derbarê şandina çekan bo Pêşmerge jî Barzanî wiha got: “Mixabin heta niha ew çekên ku me xwestibûn û gellek pêdiviya me bi wan hebû, negehêştine destê Pêşmerge.”

Barzanî anî ziman ku wî ligel berpirsên Amerîka û aliyên din jî li ser şandina çekan hevdîtin kiriye û ragihand, wan bersiveke baş dane ji ber wê jî niha Kurdistan li benda wê yekê ye ku di vî warî de guhertin werin kirin.

Derbarê sedemên ketina bajarê Rumadî yê Iraqê de jî Serok Barzanî eşkere kir ku, sedema şikestên artêşa Iraqê her wiha alozî û kirîza Iraqê hikûmeta Nûrî Malikî ye û wiha domand:

“Siyaseta birêvebirina artêşa Iraqê şaş e. Mixabin ew artêş li şûna ku bibe artêşeke niştimanî bûye artêşa pêkhateyeke Iraqê lewma nikare serkeftî be.”

Rudaw
Top