• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li rêxistina Azadiya Lawên Kurdistanê kir

Serok Barzanî pîrozbahiyê li rêxistina Azadiya Lawên Kurdistanê kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdar Sekreter û Endamên Sekreteriyeta rêxistina Azadiya Lawên Kurdistanê

Li şanzdeh saliya salvegera damezrandina rêxistina Azadiya Lawên Kurdistanê da, germtirîn pîrozbahiyê li we û tevahiya Endamên rêxistina we ya têkoşer dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.‌

Lawên Kurdistanê divê şanaziyê bi wê yekê bikin ku li dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê me da xwediyê zêdetirîn serweriyêne, bi sedema cangorî û qurbanîdana lawên me, gelê me bi xweragirî maye û gihîştiye azadiyê.

Niha jî ku gel û welatê me berev ruyê şerekî dasepawî ya dijminekî dirinde û dijî jiyan û azadiyê bûye, hemû çîn û tuwêjên gelê me bûne Pêşmerge û karîne efsaneya dirindetirîn dijmin li ser axa Kurdistanê têkbişkînin û şanaziyekî mezin ji bo gelê me tomar bikin, bi cûreyek ku niha hemû cîhan rêz û pêzanînên xwe ji bo azayetiya Pêşmerge û bihayên bilindên gelê me heye û navê Kurdistanê û Pêşmerge bûye sembola azayetî û pêkvejiyana aştiyane û azadiyê.

Hêvîdarim lawên Kurdistanê şiyanên xwe yek bixin û xwe ji bo paşarojeke geştir amade bikin. Pêwîste lawên Kurdistanê, wekî ku çawa li parastina Kurdistanê da pêşeng bûn, bi heman hesta Pêşmergan ve rê li belavbûna hizra tundrewiyê bigrin û wan hewlan berperç bidin ku ji bo bê îradekirin û lawazkirina hesta nîştîmanperweriyê li cem xort û ciwanên welatê me li holê daye.

Serbilind û serkeftî bin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/05/2015‏

Top