Iraqê dest bi operasiyona rizgarkirina Enbarê kir
Kanala nîv fermiyaAl Iraqiye di nûçeyekê de ragihandiye, îro sêşembe 26/5/2015 danê sibehê fermandarê operasyonên serbaziyên hevbeş ê Iraqê dest bi operasyona rizgarkirina parêzgeha Enbarê kiriye.
Her wiha hat zanîn, ku hêzên serbazî û emnî, Heşda Şeibî, çekdarên eşîran jî di operasyonê de beşdarî kirine.
Li gor wê nûçeyê, hêzên hevbeş ên Iraqê berdeamin di paqijkirina navçeyên dewrûberê qeza Bêcî ji çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê
Çekdarên rêxistina terorîstiya DAIŞê karîn roja înê 15ê vê mehê piştî şerekî dijwar bajarê Rumadî navenda parêzgeha Enbarê kontrol bikin û ber bi navçeya Hebaniye li nêzîkî Bexdayê pêşde biçin.
