Rojnameyek: Amerîka bi niyaze ku hêzên zemînî derbasî Iraqê bike
Rojnameya “Elexbar” ya Libnanî belavkiriye ku Amerîka biniyaze ku di çend hefteyên bê de di rêya zemînî re derbasî Iraqê bibe.
Li gorî raportek wê rojnameyê, rêkeftinek di navbera Amerîka û encûmena parêzgeha Enbar û hozeyên wê parêzgehê heye ku hêzên Amerîka di rêya zemînî beşdariyê di şerê li dijî çekdarên DAIŞê bikin, herwiha artêşekê hevbeş ji Şîaa, Suna û Kurd avabikin.
Li gorî wê rojnameyê ev piroje dê di demek kurt de bê cîbicîkirin ne bêhtir ji 3 mehan û Amerîka hewil dide di qonaxa bê de artêşeke hevbeş durûst bike û artêşa Iraqê ji wê şikestina mezin rizgar bike, wek di daxuyaniya wezîrê derve yê Amerîka de hatiye ku hêzek û serkirdeyî meydanî bi xwe tenê nikarin êrîşên DAIŞê rawestînin û bergiriyê dijî wan bikin, ev jî yekemîn daxuyaniya bi vî rengiye ji aliyê berpirsekî Amerîkî bilin ve.
Li gorî raporta wê rojnameyê, mezitirîn sînatorên Amerîka wek Con Makîn û kesayetiyên din di dema bê de tekeziyê li ser 2 pirsan dikin, yekemîn şikestina hilmeta ezmanî, duyemîn jî metirsiya li ser Bexda û balyozxaneya Amerîka li wir.
Basnews
