Hevpeymaniyê li Balyozxaneya Tikiyeyê da: 50 kuştî
Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Îsmet Receb ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihand ku duh Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li herêma Coskî ku DAIŞê wek baregehekê bikart tîne hat bombebarankirin.
Îsmet Receb diyar kir di encama êrişa hevpeymaniya navdewletî de nêzîkî 50 çekdarên ku di hunderê avahiya Balyozxaneya Tirkiyeyê hatin kuştin herwiha çend çekdar jî hatin birîndarkirin.
Ji aliyê din ve Fermandarê Pêşmege yê li Eniya Xazir li Mûsilê Cadir Zirarî jî ji kdp.infoyê re ragihand balafirên hevpeymaniiya vê êvarê saet 19:00ê êrişek asmanî pêk anî û di encamê de 17 çekdarên DAIŞê harin kuştin.
Cadir Zirarî herwiha eşkerê kir di encama wê êrişê de çend çekdar jî birîndar bûne.
Fermandarê Pêşmerge da zanîn rêxistina DAIŞê birîndarên xwe yên li Xazirê birine nexweşxaneyên li Mûsilê.
Beriya niha Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihandibû 11yê Mijdarê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Mûsilê bibû armanca êrişên asamanê yên hevpeymaniya navdewletî.
11yê Hezîrana 2014ê rêxistina DAIŞê ser Balyozxaneya Tikiyeyê de girtibû û ligel Balyozê Tirkiyeyê yê Mûsilê Ozturk Yilmaz 49 kes din jî dîl girtibû.
Piştî 101 rojan 19 Îlonê bi operasyona MÎTê dîl hatibûn berdan.
Rudaw
